Bibe weşînerê Projeya Rêbera Vekirî - ODP

Weşanvanî pîşeyeke balkêş û xweş e û bi hezaran kes li seranserê cîhanê vî karî dikin. Weşanvanî tê wê wateyê ku mirov bi komekê re dixebite û malperan bi rêxistin dike. Berya ku tu serlêdana xwe bişînî ji kerema xwe guh bide şîretên di rêberrêya weşînertiyê de.

Agahadariyên Serlêdanê: Şîret

Agahdariyên giştî
  • Ne pêwiste tu ji bo têxistina malpera xwe bibê weşanvan. Eger tu bixwaze malpera xwe tevlî bike biçe vira: rêberrêya rajêrnamê
  • Eger tu di destpêkê de serî li weşînertiya kategoriyek biçûk û jêr bide, şensê ku serlêdana te bê pejirandin meztir dibe.
  • Eger tu weşînerekî serî li vira ne de. Ji dêla wê Forma Daxwaza Kategoriye Nû bi kar bîne. Eger te şîfre ya xwe ji bîr kiriye ji request bixwaze, ew wê ji te re bê şandin. Divê zêdeyî navekî weşîner tinebe. Pirnaviya weşanvan rê li ber avêtinê diveke.
  • Eger tu di nava mihekê de nekeve hesabê xwe, an jî çar mihan qet weşînertiyê nekî, hesabê te betal dibe. Eger tu goman dike ku dema hesabê te bihûriye, ji kerema xwe forma li jêr dagire. Eger tu weşînerekî kevn î û hesabê te hatiye avêtin an jî betalkirin ti serlêdanên taze neşîne. Ji dêla wê vê formê dagire. form
Forma Serlêdanê dagire
  • Divê daxwaznameya te nekêm be.
  • Li gor daxwaznameya ku te dagirtî biryara weşînertiyê tê girtin. Daxwaznameyek qels tevî şaşiyên nivîskî û rêzimanî, an ku diyar bibe tenê ji bo mexseda tevîkirina malperan hatibe serîlêdan zehmete bê pejirandin.
  • Wê ji te bê xwestin ku tu 3 malperan tevî daxwaznameya xwe bikî. Ev malperên ku tu pêşniyaz dikî, pêwist e di nav çarçowa kategoriya ku tu weşînertiya wê daxwaz dike de bin.
  • Bi pêşkêşkirina sê malperan tu nîşan dide ku
    • Têgihiştina te ya şêweyê malperên di kategoriyê de
    • Serwextiya te di hilbijartina malperên bi kalîte de, û
    • Gelo tu çiqasî dikare danasînên baş û bikêrhatî binivîsî.
  • Ji bo ku tu têbigihije bê weşînerên ODP çawa malperan dihilbijêrin, didin nasandin û bi rê ve dibin, rêberrêya weşandinê bixwîne.
  • Malperên naverok û danasîna wan di World/ de divê bi zimanê ingilîzî bin. Malperên ku ne bi zimanê ingilîzî ne her yek divê danasîna wan bi zimanê wan bi xwe be World/[Language].
  • Eger tu webmasterê malperna yî, an jî te di fesilandina malperna de cî girtiye li vira binivîse.
  • Em pir li ser disekinin ku ODP bikin çavkaniyeke bi edalet û bêlayan ji bo bikarhênerên webê. Em destûr nadin ku ODP ji bo anons û reklaman bê bikaranîn. Weşîner çênabe ODP ji bo reklama malperên xwe an jî yên miştiriyên xwe bi kar bînin, an jî hevrikên xwe reş nîşan bidin. Hesabê weşînerên ku bi vî awayî dimeşin bêyî ku ew bên agahdarkirin ji wan tê stendin.
Venêrtina Serlêdanê
  • Weşînerên ODP wê li serlêdana te binêrin û li gorî bersivên te binirxînin. Ne gengaz e du serlêdan wek hev bin, lewra ti formulên standard yên pejirandinê jî nînin. Em hewl didin her kesekî ku rêberê pêş ve bibe bipejirînin, lê belê em tevahiya serlêdanan napejirînin. Eger serlêdana te bê redkirin, tu dikare serlêdana xwe cardin bişîne.
Ji bo dagirtina forma serlêdana weşînertiyê pêl bişkoka jêr ya bi navê "Dewam" bike.